Li Iraqê 43 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand, di 24 demjimêrên borî de, li Iraq û Herêma Kurdistanê 43 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, di 24 demjimêrên borî de 6 hezar û 967 kes bi Koronayê ketine û 43 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Iraq û Herêma Kurdistanê ketine gihîşt 1 milyon û 25 hezar û 288 kesan, ji wê hejmarê jî 15 hezar û 217 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê diyar kir jî, heta niha 298 hezar û 277 kesan li seranserî Iraqê vaksîna li dijî Koronayê wergirtine.