Li ser bûyerên Kobanê Demîrtaş û Yuksekdag û 106 kesên din tên darezandin

Di dozê de hevserokên berê yên HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û 26 girtî bi giştî 108 kes tên dadgehkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Doza Bûyerên Kobanê ya dadgehkirina 108 endam û rêvberên HDPê birêve diçe. Di dozê de hevserokên berê yên HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û 26 girtî bi giştî 108 kes, bi tometa parçekirina axa Tirkiyê û hilweşandina dadgehê û kuştina 37 kesan tên dadgehkirin û sizayên giran yên heta heta tên xwestin. HDP dibêje, ev doz berdewamiya êrişên ser partiya wan û siyaseta Kurd e û li meydanê tu delîlek bo tawanbarkirina wan nîne. HDP dibêje, ewê doza dadgehkirina HDPê bikin, doza ku HDP ji desthilatê hesabê dipirse.

Doza Bûyerên Kobanê li Dadgeha Sizaya Girana Enqereyê destpê dike. Di dozê de, ligel hevserokên berê yên HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, 28 kes girtî bi giştî 108 kes tên dadgehkirin.

Dozanameya ku di heyama pênc salan de hatibû amadekirin, ji hela dadgehê ve destpêka îsalê, di nav hefteyek de hat qebûlkirin. 108 kes ji 29 cureyên cuda yên tawanan yên wek parçekirina axa Tirkiye, hilweşandina dewletê, kuştin û hewla kuştinê tên tometbarkirin. Bo her tometbarek 38 car sizaya girana heta heta û 20 hezar sal zîndankirin tê xwestin.

Hejmareke zêde serkirdeyên PKKê û KCK û PYDê de jî di dozê de tên tometbarkirin û biryara binçavkirina wan hatiye dayîn. Di nav de, Mûrat Karayilan, Cemîl Bayik, Salih Muslim, Zubeyr Aydar jî hene.

Parêzer dibêjin, ji 37 kesên hatine kuştin, 27 kes endamên HDPê ne. lê ji kuştina wan HDP tê tometbarkirin. Her weha twitên ji hejmarên fake yên bi navê Demîrtaş û hejmarên hekkirî hatine belavkirin, di doznameyê de wek delîl hatine nîşandan.

Serokwezîrê wê demê Ehmed Davutoglu dabû xuyakirin, eger pêwîst be, dikare derbarî hevdîtina xwe û Demîrtaş de îfade bide.

Sala 2014 DAIŞ êriş li Kobanê kir û sedan kes hatin kuştin. Bi armanca parastina Kobanê û rêpêdana derbasbûna Pêşmerge, dijî hikûmeta Tirkiyeyê xwepêşandan hatin kirin. Di bûyeran de 37 kesan canê xew ji dest dan û 682 kes birîndar bûn.

Helwesta desthilata Tirkiyê û bûyerên Kobanê, di pêwendiyên Kurd û Tirkiyeyê de bûn sedemê şikestineke mezin. Proseya aştî bidawî bû û sala 2015 şerê kolanan destpê kir. Di asta navdewletî dejî hevpeymaniyên Tirkiyeyê guherîn. Tirkiye ji NATO û Amerîka zêdetir berê xwe da Rûsya û li derve dest bi siyasetek çalak kir.

Dozanemaya Bûyerên Kobanê, di doza girtina HDPê de jî wek amêreke sereke tê nîşandayîn.