HDP: Doza bûyerên Kobaniyê dozeke siyasî ye

Li Diyarbekirê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hevgirtiyên wê de li ser doza bûyerên Kobaniyê daxuyaniyek da.
Daxuyanî ji aliyê  Hevserokê Rêxistina Diyarbekirê ya HDPê Zeyad Ceylan ve hat xwendin
Daxuyanî ji aliyê  Hevserokê Rêxistina Diyarbekirê ya HDPê Zeyad Ceylan ve hat xwendin

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hevgirtiyên wê de li ser doza bûyerên Kobaniyê daxuyaniyek da. Daxuyaniya hevpar ji aliyê  Hevserokê Rêxistina Diyarbekirê ya HDPê Zeyad Ceylan ve hat xwendin. Ceylan got; “Doza Kobaniyê ya ku îro li Enqereyê dest pê kir, dozeke siyasî ye. Ev doz ji serî heta dawiyê bi derew û buxtanan tijî ye, dozeke dek û dolaban e ku bi talîmatên siyasî hatiye amadekirin.”

Li Enqereyê doza bûyerên Kobaniyê yên 6-8ê Cotmeha 2014an dest pê kir. Di doznameyê de 28 jê girtî 108 kes ku piraniya wan endam û rêveberên HDPê tên darizandin.

Li Diyarbekirê HDPê û hevgirtiyên wê ji bo piştgiriya HDPê daxuyaniyek da. Ji ber ku hêzên asayişe rê neda ku li derve daxuyanî bidin. Zeydan Ceylan di daxuyaniya xwe de wiha got: “Wê rojê hemû gelên cîhanê û Tirkiyeyê ji bo Kobaniyê çawa li dijî zihniyeta DAIŞ’ê bûbin yek, dengê xwe bilind kiribin û piştevaniya hev kiribin, îro jî heman piştevaniyê dê nîşan bidin û ew ê vê dozê xera bikin. Divê baş bê zanîn ku tu kes nikare heqîqetê bifetisîne. Piştgirî û piştevaniya hêzên demokrasiyê dê van hesaban xera bike.”

Ceyland diyar kir: “Armanca vê doza bi fen û fût ew e ku siyaseta demokratîk bi temamî berdest bike û HDP’ê tasfîye bike. 6 sal piştî protestoyan doz hat vekirin û ev yek jî heqîqetê derdixe holê. Desthilata AKP-MHP’ê îro li her qadê êrişî Kurdan û hêzên demokrasiyê dike, di ser van êrişan re hewl dide ku ji krîzên ekonomîk, civakî û siyasî xelas bibe.”

Herwiha got: “Doza Kobaniyê bi talîmatan hatiye vekirin. Nîşeya ku hêzên ewlekariyê 26ê Cotmeha 2018’an de şandiye dozgerê doza Kobaniyê, bi awayekî eşkere nîşan dide bê polîs çawa talîmatan didin dozgeran. Vê nîşeyê careke din dupat kir ku li Tirkiyeyê daraz ne bêalî serbixwe ye. Bi vê belgeya sosret parêzbendiya parlamenteran hat betalkirin û pê re jî operasyonên Kobaniyê hatin pêkanîn. Dîsa di vê nîşeya talîmatê de ji bo girtina HDP’ê rê û rêbaz hatin danîn. Hew ev belge bi xwe jî bi awayekî eşkere nîşan dide ku doza Kobaniyê dozeke siyasî ye.”

Zeydan Ceylan diyar kir: “Ew kesên ku ji ber neketina Kobaniyê xemgîn dibûn îro dixwazin tola wan rojan bistînin. Ev doza li ser komployan ava bûyî li hember gel û têkoşîna demokrasiyê hatiye vekirin. Ev doza seranser ji komplo û dek û dolaban pêk hatî li hember hêzên demokratîk û gelê Kurd hatiye vekirin. Armanca vê dozê ew e ku muxalefetê bêdeng bike û her kesê ku dengê xwe derdixe, mafê xwe yê demokratîk yê meş û nimayîşê li gor makezagonê bi kar tîne û van mafan diparêze tawanbar bike. Her wiha bi vê dozê dixwazin ku rê li ber têkoşîna jinan bigirin, wan asteng bikin ku jin nikaribin di HDP’ê de cih bigirin.”