Tehran red dike ti hevdîtin di navbera Îran û Amerîka de li Bexdayê hatibe kirin

Îran red dike şanda wê li Bexdayê bi Rêveberê Dezgeha Hewlgiriya Amerîka (CIA) William Burns re civiyabe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade red dike ti hevdîtin di navbera Îran û Amerîka de li Bexdayê hatibe kirin.

Ajansa “Tasnim” a Îranê li ser zarê Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade belav kir, nûçeyên behsa wê yekê dikin ku şanda Îranê ligel Rêveberê Dezgeha Hewlgiriya Amerîka (CIA) William Burns civiyaye, ti rastiyeke wê nîne.

Li gor wê anajsê, William Burns berî çend rojan ji serdana şanda Îranê bo Bexdayê, çûbû û hebûna wî li Bexdayê bi serdana şanda Îranê re ne hevdem bû.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf duhî bi serdanekê gihîştibû Bexdayê û ligel berpirsên wî welatî civiyabû. Biryar e jî Zerîf îro serdana Hewlêrê bike û bi berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.