Li Kanî Masî ji ber teqînekê 3 kes birîndar bûn

Li Nahiya Kanî Masî ji ber teqîna mîneke (TNT) 3 kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Nahiya Kanî Masî ji ber teqîna mîneke (TNT) 3 kes birîndar bûn, yek ji birîndaran jî karmendê Fermangeha Elektirîkêya Kanî Masî ye.

Qeymeqamê Qezaya Amêdiyê Îsmaîl Mihemed ji K24ê re ragihand, îro Sêşemê 17.4.2021ê li çiyayê Gamîrkê li Kanî Masî di dema pişknîna tora elektirîkê ji aliyê Fermangeha Elektirîkê ve, mîneke TNT teqiya û di encamê de karmendekî femangehê bi navê Nîwar Mihemed Salih û 2 welatî (Îbrahîm Mihemed Îbrahîm û Husên Silêman Pîrmûs) birîndar bûn.

Got jî: “Destpêkê her sê birîndar ji bo binkeya tendirustiyê ya Kanî Masî hatin veguhastin û piştre jî ji bo Nexweşxaneya Firyadê ya Duhokê hatin veguhastin”

Qeymeqamê Amêdiyê diyar kir jî, li ser teqînê lêpirsîn ji aliyê navenda polîsan a Kanî Masî derbarê wê bûyerê de tê kirin.

Ji aliyekî din ve, Wezareta Elektirîkê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, “Duhî 26ê Nîsanê 2021ê, ji encama şerê di navbera artêşa Tirkiyê û çekdarên PKKê de li devera Kanî Masî, ziyan gihîştibû hêla 33 KV ya elektirîka (Serseng – Kanî Masî) ku bi wê sedemê elektirîk li ser 70 gundên navçeyê hat birîn. Îro 27ê Nîsana 2021ê bi armanca çareserkirina wê pirsgirêkê, tîmek ji 22 karmendên Wezareta Elektirîkê bi hevkariya 2 welatiyan wek rênîşander ligel tîmên me bûn û çûn wê navçeyê kirin. Mixabin di encama teqîneke mînekê de, karmendekî Rêveberiya Elektirîka Duhokê û her du welatiyên rênîşander birîndar bûn.”

Di daxuyaniyê de hat jî, “Wezareta Elektirîkê ligel şermezarkirina vî karê ku ziyan gihandiye fermanberên xizmetkariya elektirîkê, hêviya başbûna bilez ji birîndaran re dixwazin.”