Li ber Kelha Hewlêrê testa Koronayê bê beramber tê kirin

Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê bi rêya danîna du kabînên tendirustiyê, testa Koronayê bê beramber encam dide

Hewlêr (K24) – Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê bi rêya danîna du kabînên tendirustiyê, testa Koronayê bê beramber encam dide.

Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê Dr. Bijar Mûsa ji K24ê re diyar kir: “Îro sêşemê du kabînên testa Koronayê li Parka Baxê Şar a li navenda bajêr û Parka Samî Ebdurehman têne danîn û ew kesên ku li Hewlêrê ne dikarin bêpere testa Koronayê bikin.”

Dr. Bijar Mûsa eşkere kir ku bi rêya van du kabînan dikarin rojane hejar heta du hezar test encam bidin û hemwelatî tenê bi pêşkêşkirina nasnameyek û hejmara telefona xwe, testa wan tê kirin û encama testê jî ji navenda data û zanyariyan a ser bi Wezareta Tendirustiyê werdigrin.

Ji destpêka belavbûna Koronayê heta îro li parêzgeha Hewlêrê 562 hezar û 677 kes bi Koronayê ketine û niha jî 6 hezar nexweşên Koronayê li Hewlêrê hene.