Serok Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê pêşhatên herî dawî gotûbêj kirin

Serok Mesûd Barzanî îro sêşemê 27ê Nîsanê 2021ê li Selaheddîn pêşwaziya Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf û şandeke li gel kir.

Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî îro sêşemê 27ê Nîsanê 2021ê li Selaheddîn pêşwaziya Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf û şandeke li gel kir ku ji Balyozê Komara Îslamî ya Îranê yê li Iraqê Îrec Mescîdî û Konsolê Komara Îslamî ya Îranê yê li Hewlêrê Nesrulla Reşnûdî û Konsolê Komara Îslamî ya Îranê yê li Silêmanî Mehdî Şuşterî û hejmarek ji karbidest û şêwirmendên Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê pêk hatibûn.

Di hevdîtinê de ku Fazil Mîranî Sekreter û Azad Berwarî Endamê Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn, rewşa siyasiya navçeyê û pêşhatên dawî yên li nav proseya siyasiya Iraqê û êrîş û gefên li ber Iraqê guftûgo kirin. Her wiha Wezîrê Derveyê Komara Îslamiya Îranê ragihand ku aramiya Herêma Kurdistanê ya ji bo welatê wan girîngiyeke xwe ya taybetî heye.

Her di vê civînê de di derbarê rêyên ji bo gihîştina bi aramiya Iraqê û navçeyê û rûbirûbûna terorê û tundiyê de danûstandina bîr û ramanan kirin û tekez jî li ser peywendiyên dîrokiyên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê û pêşxistina wan peywendiyan kirin.

Rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya li ser asayîkirina rewşa Şingalê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê mijareke din a vê civînê bûn.