Encûmena Wezîran çend pirsên girîng gengeşe dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive.
Li gor Fermangeha Medya û Zanyariyan aşkere kir, civîna îro ya Encûmena Wezîran hejmarek mijaran gengeşe dike, ji wan jî:
- Hejmarên dawiyê yên projeya bûdceya Herêmê ji bo sala 2021.
- Encamên civîna komîteya taybet a rûbirûbûna hişkiya salê li Herêmê Kurdistanê.
- Projeyasaya dadgeha tawanan a taybet bi tawanên DAIŞê li Herêma Kurdistanê.