Serok Barzanî: Hê jî metirsiya gelek mezin li ser Herêma Kurdistanê heye

Serok Mesûd Barzanî beşdarî konferansek li ser 30yemîn salvegera damezrandina herêma aram li gor biryara 986an bû, ku Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê li dar xistibû.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî beşdarî konferansek li ser 30yemîn salvegera damezrandina herêma aram li gor biryara 986an bû, ku Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê li dar xistibû.

Serok Barzanî diyar kir; bi dirêjahiya dîrokê zilmeke mezin li gelê Kurdistanê hatiye kirin, lê di salên serdema rejîma Beisê de karesateke mezin bi ser gelê Kurdistanê de hat, wek Enfal, komkujî û kîmyabaran. Biryara 688an ji bo dabînkirina herêma aram, derfeteke zêrîn ji bo gelê Kurdistanê pêk anî û ew metirsî, heta asteke bilind neman û xelk vegeriyan ser mal û milkên xwe.

Herwiha destnîşan kir: “Hê jî gelê Kurdistanê negihiştine hemû armancên xwe û qonaxa dawî, hê jî metirsiya gelek mezin li ser Herêma Kurdistanê heye, ez daxwaz dikim ku ew piştevanî û piştgirî berdewam bibe. Ez daxwaz dikim, parastina xelkê Kurdistanê di ewlewiyeta we de be."

Gotara Serok Mesûd Barzanî wiha ye:

Silav û rêzên min bo beşdar û bînerên birêz, gelek kêfxweş im ku beşdar dibim di bîranîna sîyemîn salvegera damezrandina navçeya aram de, ku ev bîranîn bûyereke gelek giring û mezin e di dîrokê de.

Wê demê gelê Kurdistanê tûşî karesatekî mezin bibû, koça milyonî hebû, tevaya xelkê Kurdistanê berê xwe dabûne sînorên Îran û Tirkiyê, ji ber ku rejîma Iraqê piştî têkçûna li Kuweytê, mixabin sûd ji çend qelîştekan wergirt di rêkeftina Sefwanê de, paşmayê artêşa xwe ji bo tepeserkirina serhildana xelkê Başûr bikar anî û 3 firqeyên zêrevanên komarê jî anîbû Kurdistanê.

Wê demê xelkê Kurdistanê ji wê yekê ditirsiyan, ku careke din bên Enfal û kîmyabarankirin, hemû koçber bûn û berê xwe dan ser sînorê Îran û Tirkiyê, Pêşmerge jî hêzeke wisa mezin nebû wê demê, ne çekeke wisa hebû, qehremanane berevanî kir û li gelek cihan karî li pêş artêşa Iraqê bisekine.

Di dirêjahiya dîrokê zilmeke zêde li gelê Kurdistanê hatiye kirin, lê salên piştî rejîma Beisê, hikmê rejîma Beis, karesata mezin bi ser gelê Kurdistanê de hat. Wek Enfal, komelkujî û kîmyabaran.

Ew bû biryara 688, biryara dabînkirina navçeya aram, derfeteke zêrîn ji bo gelê Kurdistanê pêk anî, ew metirsî jî heta radeyeke zêde neman û xelk jî vegeriyan ser mal û halê xwe.

Li vir dixwazim wê yekê bi bîra Wezîrê Derve yê Amerîkayê James Baker bixim, ku havîna sala 1992, ku wê demê em wek şanda opozisyonê çûne Washingtonê û li Wezareta Derve pêşwazî li me kirin, behsa hesta xwe kir ku serdana koçberan kiribû li ser sînorê Tirkiye û got, ew dîmenên ku min dîtin, heta hebim ji bîra min naçin, ew qas diltezîn bûn, min çaverê nekir ku bigihijim cihê xwe, her di nav firokeyê de min peywendî bi Serok Bush ve kir û min daxwaz jê kir her çi zû ye karek bê kirin bo ku xelk vegerin ser cihên xwe û parastî bin.

Li vir pêwîst dibînim spasiya Serok Bush û Serok Mitterand û Madam Mitterand, Serok Ozal û Serokwezîr John Major bikim bo wê helwest û wê biryara wêrek ku piştî wê gelê Kurdistanê karî xwe îdare bike û sazî û dezgehên hikûmî damezirîne û hilbijartin bike û parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê damezrand û Kurdistan bû stargehek bo hemû lêqewimiyan û têkoşerên Iraqê.

Herwiha pêwîst dizanim, spasiya General Garner û wan efseran bikim ku wê demê li gel bûn, ji wan General Jim Jonas, General John Abizaid, Colonel Nap û hemû wan efserên welatên din ku hevpeyman bûn û hatin navçeya aram damezrandin.

Niha jî gelê Kurdistanê negihiştiye hemû armancên xwe û qonaxa dawî, hê jî metirsiyeke gelek mezin heye li ser Herêma Kurdistanê, dawakar im ew piştevanî û piştgirî berdewam be. Dawakarim jî parastina xelkê Kurdistanê di ewlewiyeta we de be.

Careke din gelek spas, spasiya Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dikim ji bo pêkanîna vê derfetê.