Li Herêma Kurdistanê amarên herî dawî yên Koronayê

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 868 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 868 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 11 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 868 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 193 kes li Hewlêrê, 279 kes li Silêmaniyê, 321 kes li Duhokê, 12 kes li Helebceyê, 57 kes li Germiyanê û 6 kes jî li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê, 9 kes li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 907 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 93 kes li Hewlêrê, 315 kes li Silêmaniyê, 432 kes li Duhokê, 5 kes li Helebceyê, 54 kes li Germiyanê û 8 kes jî li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 150008

Mirin: 4016

Başbûn: 126508

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.