Dadgeha Bilind cezayê zindanîkirina Selahattin Demirtaş pesend kir

Cezayê 4 sal û 8 mehan yê Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku di çarçoveya Doza Kobanî de girtî ye, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate pesendkirin.
Selahattin Demirtaş
Selahattin Demirtaş

Navenda Nûçeyan (K24) - Cezayê 4 sal û 8 mehan yê Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku di çarçoveya Doza Kobanî de girtî ye, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate pesendkirin.

Derbarê Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Seleheddin Demîrtaş de, bi hinceta axaftina wî ya di Newroza 17ê Adara 2013an de ji aliyê Dadgeha 26emîn a Cezayê Giran ya Stenbolê ve 4 sal û 8 meh ceza hatibû dayîn. Ew ceza hate pesend kirin.

Cîgirê Hevserokê yê Berpirsê Desteya Hiqûq û Mafên Mirovan yê HDPê Umit Dede li ser vê mijarê daxuyaniyek da û got: “Dayîna biryarek wiha ya di 26ê Nîsanê de ku di vê dîrokê de doza kumpasê ya Kobanî tê dîtin, beşeke hewldanên tasfiyekirina bi destê darazê ya partî û nûnerên me ye.”

Umit Dede diyar kir; gotinên Erdogan yên li ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME) ku tê de biryar bû Demîrtaş demildest were azadkirin, bi bîr anî û got: “Erdogan gotibû em jî dê hemleya xwe ya li dijî wê bi kar bînin û saziyên darazê jî ev gotin weke talîmat wergirtin û mercên van talîmatan bi cih anîn. Em bi başî dizanin ku nêzîkî 5 salan e dozên kumpasê yên ji aliyê daraza di wesayeta desthilatê de, ji navendekê tên birêvbirin. Xebatkarên darazê jî bi talîmatan kar dikin û ligel dadgehê di hevahengiyekê de ne.”

Dede destnîşan kir: “Weke ku ji biryara DMMEyê jî eşkere dibe ku biryarên derbarê Demirtaş de siyasî ne. Ev biryarên ku ji aliyê karmendên daraza alîgir ve hatine dayîn, ji bo me weke ku tune ne. Pesendkirina vî cezayî di 26ê Nîsanê de helbet ne tesadufek e. Em weke HDP dê van bê dadiyan ji xwe re bikin hinceta mezinbûna têkoşîna hiqûqî û siyasî. Baweriya me heye ku em dê li hember van xirabiyên rekxistî serbikevin.”