NATO dest bi vekişîna ji Afxanistanê kir

NATO dest bi vekişandina hêzên mîsyona destekê ji Afxanistanê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) - NATO dest bi vekişandina hêzên mîsyona destekê ji Afxanistanê kir.

Li Afxanistanê li dora 10 hezar leşkerên NATOyê hene. NATO di 14ê Nîsanê de biryar dabû ku di 1ê Gulanê de dest vekişîna ji Afxanistanê bikin û ragihand ku vekişîn dest pê kiriye.

Jêderekî ji NATO ragihandiye: “Vekişîna me dê bi plan, bi koordîne û bi hezir be. Ewlehiya leşkerên me di her pêvajoyê de bo me tiştê herî girîng e. Ji bo parastina xebatkarên me em temamê tedbîran dibînin.”

Jêder negotiye wê çend leşker û ewilî yên kîjan welatan vekişin û bo wê rojekê nedaye, lê vekişîna xwe dê di nav çend mehan de temam bikin. Eger di wexta vekîşînê de êrîşeka Talîbanê bibe, wê bersivê bidin.