Îran bersiva daxwaza Erebistana Siûdî dide

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade bersiva daxuyaniya Şazadeyê Erebistana Siûdî da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade bersiva daxuyaniya Şazadeyê Erebistana Siûdî da û ragihand ku ew pêşwazî li guherîna "tona axaftinê" ya Erebistana Siûdî dikin.

Seîd Xetîbzade diyar kir ku Komara Îslamî ya Îranê piştevaniya pêkve xebata li herêmê dike.

Ev helwesta Îranê di demekê de ye ku berî niha Şazadeyê Erebistanê Mihemed bin Selman ragihandibû ku ew dixwazin kêşeyên xwe yên ligel Îranê çareser bikin û pêwendiyeke baş ligel Tehranê dixwazin.

Herwiha çend roj berê jî, îdiaya civîna rayedarên Erebistana Siûdî û Îranê li Iraqê belav bûbû, piştre Riyad ev îdia red kir û Tehranê jî di vê mijarê de bêdengî hilbijart.