Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li karkeran dike
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de bi boneya 1ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanî pîrobahî li karkerên Kurdistan û Iraq û cîhanê kir û ragihand; Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabend e bi parastina mafên karkeran.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Bi boneya 1ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanî, ez pîrozbahiyên herî germ arasteyî karkerên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.
Rêz û pêzanîna min ji bo erk û xebat û hêza bîr û zendên karkerên Kurdistanê heye ku di rewşeke nelibar a aborî de berdewam in di xizmetkirina Kurdistanê de.
Di vê boneyê de, em tekez dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabend e bi parastina mafên karkeran û desteberkirina jîngeheke libar a karkirinê ku silametî û tendirustiya wan li ber çav bigre di her du sektorên giştî û taybet de.