Li Stenbolê di Roja Cîhanî ya Karkeran de 80 kes hatin binçavkirin

Li Stenbolê roja karkeran a cîhanê ji salên berê ciyawaztir hat pîrozkirin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Stenbolê roja karkeran a cîhanê ji salên berê ciyawaztir hat pîrozkirin. Ji ber qedexeya derketina derva tenê sazî û sendîqayên sivîl ku ji parêzgeriyê destûr wergirtin bi mebesta bibîranîna vê rojê kom bi kom li meydana Taqsîmê li hev civiyan û daxwaza çakbûna şertên karkeran kirin ku di proseya pandemiyê de bi zehmetiyên mezin kişandine. Ji xeynî sendîqayan hin grubên ku dixwestin bimeşin meydana Taqsîmê ji aliyê polêsean ve hatin desteserkirin.

Roja karkeran a cîhanê ku her sal bi awayeke girseyî li Stenbolê dihat pîrozkirin îsal ji ber belavbûna virusa korona û qedexeyan bi awayeke cuda hat pîrozkirin.

Sazî û sendîqayên karkeran ku ji parezgeriya Stenbolê destûr wergirtin kom bi kom hatin ber peykela qada Taqsîmê qewzegul danîn û daxwaza çakbûna şertên karkeran kirin ku di proseya pandemiyê de gelek zehmetî dikêşînin.

Seroka DÎSKê Arzu Çerkezoglu got: “Pîrozkirina roja karkeran a 1ê Gulanê mafeke sereke ya karkeran e. Em girtina qada Taqsîmê bo karkeran şermezar dikin. Desthilat şûna ku meydanan li kedkaran digire bila kêşeya bêkarî ya jinan ku gihiştiye ji%50an û bêkariya gêncan ku niha ji%40ê çareser bike.”

Meydana Taqsîmê ji aliyê sendîqayan ve bo pîrozbahiya roja karkeran cîheke gelek girîng tê dîtin. Di sala 1977an de dema pîrozbahiyan 34 kes hatin kuştin loma daxwaza sendîqayan ew e meydan bo pîrozbahiyan her sal bê vekirin. Lê herî dawî 2012an de bo pîrozbahiya li Taqsîmê destûr hatibû dayîn.

Serokê Saziya Turk-Îşê Ergun Atalay got: “Dil dixwaze ku bi beşdariya bi sed hezaran karker û kedkaran hemû sendîqa û saziyên din ên karmendan mil bidin hev û li meydanan roja karkeran pîroz bikin. Kêşeyeke hevpar a karkeran heye. Gelek karker ji mafên sendîqal bêpar in û kadroya wan nîn e demkî dixebitin. Divê ev kêşe bên safîkirin.”

Ji xeynî sendîqayan hin komên dixwestin ber bi Taqsîmê ve bimeşin lê polês rê neda wan û li gor ragihandina Komeleya Hiqûqnasan a Nûjen herî kêm 80 kes hatin desteserkirin.