Hejmarek terorist ji zîndaneke Iraqê direvin

Hejmarek ji girtiyên ku bi tohmeta terorîsî û bazirganîya madeyên hişber hatine girtin, ji zîndaneke Iraqê reviyan.
Desteserkirina girtiyekî reviyayî ji aliyên hêzên ewlehiyê ve
Desteserkirina girtiyekî reviyayî ji aliyên hêzên ewlehiyê ve

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ewlekariyê ragihand, hejmarek ji girtiyên ku bi tohmeta terorîsî û bazirganîya madeyên hişber hatine girtin, ji zîndaneke parêzgeha Musena ya li başûrê Iraqê reviyane.

Li gor jêderekî ji hêzên ewlekariyê yên Îraqê, îro 2/5/2021ê komeke girtî ji zîndaneke parêzgeha Musena revîne û heta niha nehatiye zanîn ka çawa reviyane.

Li gorî agahiyên destpêkê, ew girtî ku bi tometên teror û bazirganiya madeya hişbir hatine sûcdarkirin û hejmara wan 21 girtî de ne.

Hêzên ewlekariyê dest bi lêgerîna li wan girtiyên reviyane kirine.

Li gor medyaya Iraqê, hêzên ewlekariyê bi hevkariya eşîreyên herêmê, karîn 10 ji wan girtiyan careke din desteser bikin.