Hevpeymaniya Navdewletî tekeziyê li ser piştevaniya Pêşmerge dike

Hevpeymaniya Navdewletî tekeziyê li ser piştevaniya li hêzên Pêşmerge di rûbirûbûna gefên teroristî de dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Navdewletî tekeziyê li ser piştevaniya li hêzên Pêşmerge di rûbirûbûna gefên teroristî de dike.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Wayne Marotto li hejmara ya tora civakî “Twitter” nivîsî, ew tekeziyê li ser piştevaniya li hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî di rûbirûbûna gefên ewlehiyê û êrîşên teroristî de dikin.

Herwiha destnîşan kir, ew piştevaniyê li pêkanîna navendên hevahengiyê yên li ser dirêjahiya hêlên valahiya ewlehiyê yên di navbera hêzên Iraqê û Pêşmergeyan de dikin

Ji alîyekî din ve,  Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl û Şêwirmendê Bilind li Navenda Hevahengiya Hevpeymaniyê David William, di civînekê de pirsa perwerdekirina hêzên Pêşmerge guftûgo kirin.