Êrîşeke mûşekî li binkeya esmanî ya Beled hate kirin
Hewlêr (K24) – Li parêzgeha Selahedîn a Iraqê, hejmarek mûşek arasteyî binkeya esmanî ya Beled hatin kirin.
Peyamnêrê K24ê ragihand; herî kêm çar mûşek ber binkeya esmanî ya Beled ketine xwarinê, lê belê ti zanyariyek derbarê ziyanên giyanî û malî li ber dest tune ne.
Binkeya serbazî ya esmanî ya Beled, binkeya herî mezin a esmanî ye li Iraqê û 64 kîlometre ji bakurê Bexdayê dûr e.
Binkeya Beled ji aliyê kompaniyeke Yugoslavî ve hatiye çêkirin. 39 jêrzemîn û penagehek ji bo parastina firokeyan tê de heye.
Di serdema şerê heşt salan ê navbera Iraq û Îranê de, binkeya herî çalak esmanî ya Iraqê bûye.