Li ser hatina Akar bo nav axa Kurdistanê, Iraqê nerazîbûn nîşan da

Wezareta Derve ya Iraqê nameyeke nerazîbûnê radestî Balyozxeneya Tirkiyê kir

Hewlêr (K24) – Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku piştî serdana Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar bo nav axa Iraqê "Herêma Kurdistanê" bêyî hemahengî û wergirtina rizamendiya hikûmeta Iraqê, Karbirêkerê Balyozxaneya Tirkiyê yê li Bexdayê bangî wezaretê kirine û nameyeke nerazîbûnê radest kirine û hebûna hêzên Tirkiyê li nav axa Iraqê bi nerewa bi nav dike.

Di daxuyaniyekê de Wezareta Derve ya Iraqê diyar kiriye: “Îro Wekîlê Wezaretê Nizar Xeyrullah, Karbirêkerê Balyozxaneya Tirkiyê bangî wezaretê kir û nameyeke nerazîbûnê radest kir, ku tê de nîgeraniya hikûmeta Iraqê nîşan da ji ber hatina Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar bo nav axa Iraqê bêyî hemahengî an rizamendiya pêşwext û hevdîtina Akar ligel wan hêzên Tirkiyê ku bi awayekî nerewa li nav axa Iraqê ne.”

Wezaretê di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye: “Wezareta Derve ya Iraqê daxuyaniya Hulusî Akar a li ser niyeta Tirkiyê ya ji bo avakirina binkeyeke serbazî ya herdemî ya li nav axa Iraqê bi tundî şermezar dike.”

Li gor daxuyaniyê, Nizar Xeyrullah ji Balyozxaneya Tirkiyê re ragihandiye: “Hikûmeta Iraqê bi her awayî binpêkirina berdewam a serweriya ax û esmanê Iraqê ji aliyê hêzên serbazî yên Tirkiyê ve, red dike û berdewamkirina van rêbazan ligel pêwendiyên dostane, cîrantiya baş, yasa û hiqûqên navdewletî yek nagirin.”

Ev daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê piştî wê yekê hat ku roja şemiyê Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar serdana binkeyeke serbazî ya welatê xwe ya li devereke sînorê Herêma Kurdistanê kiribû.

Roja înê jî Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu gotibû ku Tniyeta Tirkiyê heye binkeyeke serbazî ya herdemî li bakurê Iraqê ava bike, bi mebesta kontrolkirina rewşa ewlehiyê li nêzîkî sînor.