Amerîka dê penaberên zêdetir werbigire

Serokê Amerîka Joe Bîden biryar da, hejmara wergirtina penaberên berên xwe didin wî welatî zêde bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîka Joe Bîden biryar da, hejmara wergirtina penaberên berên xwe didin wî welatî zêde bike, ev yek berûvajî siyaseta serokê berê yê Amerîka ye ku li dijî hatina penaberan bû.

Serokê Amerîka Joe Biden piştî nerazîbûna aliyên pêşverû û saziyên penaberan, sînorê wergirtina penaberan ji 15 hezaran ji bo 62 hezar û 500 penaber bilind kir.

Li gorî rayedarên Koşka Sipî, tê payîn ku ev biryar di vê mehê de bi cih were û biryar e jî ku ev hejmar di sala pêş de jî bibe 125 hezar.

Di serdema Serokatiya serokê berê Donald Trûmp de gav bi gav hejmara wergirtina penaberan kêm kir, bi awayekî ku di sala dawî ya Serok Barack Obama de Amerîka pêşwazî li 110 hezar penaberan dikir, lê Trump di sala dawî ya serokatiya xwe de ev hejmar daxist 15 hezarî.

Li aliyê din, Serokê Amerîka Joe Bîden, ji bilî zêdebûna hejmara wergirtina penaberan ya salane, qedexeya giştî ya li ser Somal, Sûriye û Yemenê jî rakir, ji berê wê êdî şenseke zêdetir dide welatiyên Afrîqa, Rojhilata Navîn û Latîn Amerîkayê.