Li Herêma Kurdistanê 11 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 805 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 805 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 11 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 805 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 141 kes li Hewlêrê, 196 kes li Silêmaniyê, 377 kes li Duhokê, 21 kes li Helebceyê, 61 kes li Germiyanê û 9 kes jî li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 3 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê, 7 kes li Duhokê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 995 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 156 kes li Hewlêrê, 397 kes li Silêmaniyê, 369 kes li Duhokê, 8 kes li Helebceyê, 55 kes li Germiyanê û 10 kes jî li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 153582

Mirin: 4068

Başbûn: 131233

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.