Li Kanî Masî ji ber şerê PKK û Tirkiyê gundek hat valakirin

Ji ber şerê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û artêşa Tirkiyê, îşev gundê Kêste yê li sînorê nahiya Kanî Masî ya ser bi navçeya Amêdî bi temamî vala bû.

Duhok (K24) – Ji ber şerê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û artêşa Tirkiyê, îşev gundê Kêste yê li sînorê nahiya Kanî Masî ya ser bi navçeya Amêdî bi temamî vala bû.

Peyamnêrê K24ê ji zarê çavkaniyên deverê ragihand; ji ber şerê di navbera çekdarên PKK û artêşa Tirkiyê de li deverê û bombebarana tund a artêşa Tirkiyê ya bi ser pêgehên PKKê de, îşev gundê Kêste yê li sînorê Kanî Masî bi temamî hate valakirin û şêniyên gund ji ber rewşa metirsîdar a şer, mal û milkê xwe bi cih hiştin û ji gund derketin.

Peyamnêrê me destnîşan kir ku çend roj in ew gund bûye qada şer û pevçûna navbera PKKê û artêşa Tirkiyê û tirs li nav şêniyên gundên hemû deverê belav bûye.

Gundê Kêste dikeve devera Berwarê Bala ya li sînorê nahiya Kanî Masî ya ser bi navçeya Amêdî û çend roj in bûye qada şerê dijwar ê navbera PKK û artêşa Tirkiyê û di nav çend rojên borî de artêşa Tirkiyê bi rêya esmanî çend operasyonên danîna hêzên leşkerî li wî gundî encam dane û çend binkeyên xwe danîne wê deverê.