Li Rojavayê Kurdistanê 7 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yê Koronayê ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 44 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 7 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên Koronayê belav kirin û diyar kir, 7 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 4 kes li Qamişlo, 1 kes li Girkê Legê û 2 kes li Dêrazorê ne.

Herwiha diyar kir, 44 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 14 kes li Hesekê, 1 kes li Qamişlo, 2 kes li Dêrikê, 1 kes li Çilaxa, 23 kes li Reqayê û 3 kes li kampa Roj in.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, di 24 demjimêrên borî de 6 kes ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 16319 kesan, ji wan 636 kesan jî canê xwe ji dest dane û 1673 kes ji wê nexweşiyê baş bûne.