Tîma Efrînê derbasî Lîga Super a Sûriyê bû

Tîma Efrînê li hember Tîma Muhafeze ya Şamê bi encama 1-0 bi ser ket û hilkişiya Lîga Super a Sûriyê.
Wêne: Ji pêgeha Tîma Efrînê
Wêne: Ji pêgeha Tîma Efrînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Efrînê li hember Tîma Muhafeze ya Şamê bi encama 1-0 bi ser ket û hilkişiya Lîga Super a Sûriyê.

Tîma Efrînê di pêşbirka Lîga Yekem a Sûriyê de duhî li Şamê rûbirûyî bi tîma Muhafeze bû û bi encama 1-0 bi ser ket û bi vê serkeftinê derbasî Lîga Super a Sûriyê bû.

Gola tekane ya Efrînê di xuleka 89an de bi riya yarîzan Ramî Nasir re hat.

Tîma Efrînê ya topapê piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, li bajarê Helebê dimîne.

Ev cara sêyem e Tîma Efrîn derbasî Lîga Super a Sûriyê dibe, berê di werzên 2003-2004 û 2007-2008 an de derbasî wê Lîga Super a Sûriyê bûbû.

Tîma Efrînê
Tîma Efrînê

 

Tîma Efrînê
Tîma Efrînê
Tîma Efrînê
Tîma Efrînê
Tîma Efrînê
Tîma Efrînê
Tîma Efrînê
Tîma Efrînê