Serok Barzanî: DAIŞ divê ne tenê li rûyê leşkerî, belkû di hemû waran de bê têkşikandin

Serok Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Hikûmeta Brîtanyayê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 05.05.2021ê pêşwazî li Samî Samsen Ferîqê Hêzê Asmanî û Şêwirmendê Wezareta Berevaniya Brîtanya yê Karûbarê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa û şandeke li gel kir ku ji Stephen Hickey Balyozê Brîtanya li Iraqê û James Thornton Konsolê Brîtanya li Hewlêr û hejmarek ji şêwirmendên serbazî yên Brîtanya pêkhatibûn.

Di vê civînê de ku Hoşyar Zêbarî û Mehmud Mihemed û Endamên Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê amadebûn, şanda mîhvan tekez li wê yekê kir ku aramî geşbûna Herêma Kurdistanê û ji aliyê Brîtanya ve girîngiya xwe ya zêde heye, ewe jî xisterû ku Brîtanya xwazyarê eweye li çareserkirina kêşeyan û derbaskirina gefên li ber Iraq û Herêma Kurdistanê rola xwe bibîne.

Her di vê hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û gefên terorê hatin nirxandin û di derbarê rûbirûbûna DAIŞê Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku raste Da'îş li rûyê serbazî ve têkşikaye lê belê nehiştina Da'îş hewla hemû aliyane pêwîste û divê ew sedem jî nemînin ku bûne sedema serhildana DAIŞê û pêwîst e li rûyê fikrî û aborî û civakî ve jî şerê terorê bê kirin.