Serok Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Amerîka kir

Serok Mesûd Barzanî: Gefa teror û DAIŞê li Iraq û navçeyê hê jî heye

Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî roja çarşemê 5ê Gulana 2021ê li Selaheddîn pêşwaziya şandeke hevbeş a Koşka Spî û Wezareta Derve û Wezareta Berevaniya Amerîkayê ku pêk hatibû ji Alîkarê Taybetî yê Serokê Amerîka û Rêkxerê Karûbarê Emnî yê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa yê li Koşka Spî Brett McGurk û Şêwirmendê Bilind ê Wezîrê Derve yê Amerîka Derick Shole û Cîgirê Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Karûbarê Rojhilata Navîn Dana Strol û çend şêwirmendên din ê îdareya Amerîkî kir.

Di vê hevdîtinê de ku Hoşyar Zêbarî û Mehmûd Mihemed Endamên Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê jî amade bûn, şanda mêvan silavên taybetî yê Serok Biden û Wezîrên Derve û Berevaniya Amerîka bi Serok Barzanî gihandin. Her wiha pêzanînên wan ji bo wê hevbeşî û hemahengiyê hebû ku li salên derbasbûyî li navbera Herêma Kurdistan û Amerîka hebû. Şanda bilind a Amerîka tekez jî li wê yekê kirin ku îdareya nû ya Amerîka gelek bi başî agahdarê rewş û giriftên Iraq û navçeyê ye û welatê wan pêgirê wê hevbeşiyê dimîne ku li gel Herêma Kurdistanê û hevpeymanên din heye.

Her di vê civînê de Serok Barzanî spasî Amerîkayê kir ku li destpêka salên nohtî yên sedsala derbasbûyî roleke xwe ya bilind li dabînkirina navçeya aram ya ji bo gelê Kurdistanê de hebû û her wiha pêzanîn û spasiyên xwe jî ji bo wê rola Amerîka ya li yarmetîdana Herêma Kurdistan û Iraqê ya di şerê DAIŞê de kiribû ragihand.

Di dirêjahiya vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî ya navçeyê û proseya siyasî ya Iraqê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê de danûstandina bîr û ramanan kirin û gefên li ber proseya siyasî ya Iraqê û peywendiyên Hewlêr û Bexda û aramiya Iraq û navçeyê guftûgo kirin.

DAIŞ û gefa terorê mijareke din a vê hevdîtinê bû û di derbarê gefên terorîstên DAIŞê de, Serok Barzanî wê yekê bi şanda mêvan ragihand ku gefa teror û DAIŞê li Iraq û navçeyê her maye, ji ber ku ew sedemên ku bûne hokarên derketin û bihêzbûna DAIŞê hê jî nehatine çareserkirin.