Li Tirkiyê 304 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 304 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 42 hezar û 187 kesan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 304 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 42 hezar û 187 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 6ê Gulanê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 22 hezar û 388 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 2401 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 4 milyon û 977 hezar û 982 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 37 hezar û 298 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 4 milyon û 626 hezar û 799 kesan.