Li Amerîkayê zarokekê bi demançe sê kes birîndar kirin

Li eyaleta Idaho ya rojavayê Amerîkayê, zarokeke ku di pola şeşem a dibistana seretayî de dixwîne, bi çek gulle li hevalên xwe berdan û sê kes birîndar kirin.

Hewlêr (K24) – Li eyaleta Idaho ya rojavayê Amerîkayê, zarokeke ku di pola şeşem a dibistana seretayî de dixwîne, bi çek gulle li hevalên xwe berdan û sê kes birîndar kirin.

Fermandarê Polîsê Jefferson, Steven Anderson di civîneke çapemeniyê de got: “Keçik demançe di çenteya xwe de veşartiye.”

Steven Anderson eşkere kiriye: “Dema diçûn dibistanê, keçik di nav otobusê de gulle li hevalên xwe berdaye.”

Herwiha ragihand: “Di encama bûyerê de du zarok û karmendekî dibistanê birîndar bûne.”

Li gor zanyariyên polîsan, mamosteyek di nav otobusê de bûye û kariye bilez demançe ji destê zarokê bistîne.

Polîsê Amerîkayê derbarê nasname û temenê zarok û sedema teqekirinê de ti zanyarî eşkere nekiriye.