Kobanê.. Zeviyên çandiniyê ji ber nebarîna baranê hişk dibin

Cotkaran pez berdan zeviyên çandiniyê
kurdistan24.net

Kobanê (K24) – Neketina baranê li herêma Kobanê, ziyaneke mezin li zeviyên cotkarên deverê kiriye, bi taybet li zeviyên ceh û genim ên bejî ku li rûberên berfireh ên deverê tên çandin. Cotkarên Kobanê dibêjin, mûsima wan bi tevahiyê têk çû, ji ber wê yekê ew neçar mane pez berdinê.

Herwiha nebûna baranê û têkçûna mûsimê, bandor li ser tevahî derfetên jiyana xelkê deverê kiriye ku dahata rêjaya mezin a xelkê li ser çandiniyê ye. Herwiha  ziyan û bandor li xwediyên pez jî dibe ku îsal êmê ajalan ji ka û ceh pir kêm e û nirxê wê jî buha bûye, ev yekî bandor li ser nirxê pez jî dike ku ji sedî 50 ji buheyê wê daketiye.

Di van çend salên krîza Sûriyê de ziyaneke mezin bi sedema şer û koçberiyê, herwiha astengiyên peydakirina derman, sotemenî û karkeran li çandiniya deverê bûye, wek mînak jî pambo êdî nema tê çandin, vê yek jî aboriya herêmê bi paş xistiya û bûye yek ji sedemên koçberbûna cotkaran ji gund û zeviyên xwe.