Projeyeke mezin a geştyariyê li ser Çiyayê Sefîn tê cîbicîkirin

Wezîrê Şarevanî û Geştûguzariyê ragihand; projeyeke mezin a geştyariyê mîna projeya teleferîkê ya Çiyayê Zawa yê Duhokê, li ser Çiyayê Sefîn ê Şeqlaweyê jî were çêkirin.

Hewlêr (K24) – Wezîrê Şarevanî û Geştûguzariyê ragihand; projeyeke mezin a geştyariyê mîna projeya teleferîkê ya Çiyayê Zawa yê Duhokê, li ser Çiyayê Sefîn ê Şeqlaweyê jî were çêkirin û herwiha bang li hemû veberhêner û sermayedarên Kurdistanî dike ku li Herêma Kurdistanê projeyên geştyariyên pêk bînin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Şarevaniyê, Wezîrê Şarevanî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî ragihandiye: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngî dide sektora geştyariyê û di nav hikûmet û Wezareta Şarevanî û Geştûguzariyê de jî desteyeke serbixwe, karûbarên vê sektorê dimeşîne. Masterplaneke giştî ji bo hemû Herêma Kurdistanê heye, 60 heta 65 projeyên mezin û navîn ji bo hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê hene.”

Sasan Ewnî eşkere kiriye: “Daxwaza me ji pêşvebirina sektora geştûguzariyê, ji ya ku niha heye gelek zêdetir e, em dixwazin zêdetir girîngî bidin vê sektorê, di bernameya me de heye ku projeya geştûguzariyê ya mîna teleferîka Çiyayê Zawa yê Duhokê, li ser Çiyayê Sefîn ê li Şeqlawe jî cîbicî bikin.”

Wezîrê Şarevanî û Geştûguzariyê ji sermayedar û veberhêneran jî daxwaz dike ku projeyên geştyariyê li Herêma Kurdistanê pêk bînin û dibêje: “Em bang li sermayedar û veberhêneran dikin, ji bo ku em sûdê ji bilindahî û çiyayên Kurdistanê werbigrin û projeyên geştyariyê weke projeya teleferîkê ya li Çiyayê Zawa yê Duhokê, li wan cihên geştyariyê ku heta niha destê wan negihiştiye projeyên weke wê çêbikin û li her cihekî ku veberhêner û sektora taybet bixwazin sûdê ji wan cihan werbigrin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê piştgiriya wan bike, ku bi awayekî baş sermayeyên xwe li hemû waran û bi taybetî di warê geştyariyê de bi kar bînin.”