Li Pîranşarê kolberek di êrîşa hêzên Îranê de birîndar bû

Li bajarê Pîranşar yê Rojhilatê Kurdistanê kolberek di êrîşa hêzên Îranê de birîndar bû.
Kolber
Kolber

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Pîranşar yê Rojhilatê Kurdistanê kolberek di êrîşa hêzên Îranê de birîndar bû.

Malpera mafên mirovan a Hengaw ragihandiye, îro li zozana Maşkan ya Pîranşarê pasdarên Îranê komek kolber dane ber gulleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolberek bi navê Ako Qadirî birîndar bû.

Hat ragihandin ku kolber Ako Qadirî rakirine nexweşxaneya Pîranşarê.