Bi zêdetir ji 3 milyar Dînar çend proje li bajarê Hewlêrê tên cibicîkirin

Ligel wan projeyan di ayindeyeke nêzîk de dê çend projeyên din li çend taxên bajêrê Hewlêrê bên bicihanîn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Şaredarî û Geştûguzar a Herêma Kurditanê radigihîne, ew bi zêdetir ji 3 milyar Dînar projeyên cuda cibicî dikin.

Li gor daxuyaniyeke wezaretê, di qonaxa yekem de bi nêzîkî 2 milyar Dînar projeya nûjenkirina kolan û end projeyên curbicur yên nûkirin û çêkirina kolan û kanalîzasyonan li ser dahata şaredariya Hewlêrê û di qonaxa duyem de jî bi yek milyar Dînar projeyên xizmetkzariyê dê werin cîhbicîhkirin.

Li gor zanyariyên Serokatiya Şaredariya Hewlêrê, di berdewamiya cibicîkirina projeyên xizmetkariyê yên cuda de, hejmarek ji projeyan bi buhayê 2 miliyar Dînaran li ser dahata %15 a Serokatiya Şardariya Hewlêrê li taxên: Fermanbaran, Rewşenbîrî, Jiyan, Hewlêra Nû, Sêberdan û çend taxên din tê cibicîkirin.

Hin ji projeyên qonaxa yekemîn ji tender re hatine şandin û hin ji wan jî di heyama 15 heta 20 rojan de tender ji wan re tên kirin û piştre dê bikevin qonaxa bicihanîn

Wek di daxuyaniya Wezareta Şaredariyê de hatiye, ligel van projeyan di ayindeyeke nêzîk de dê çend projeyên din bi nêzîkî yek miliyar Dînar li çend taxên bajêrê Hewlêrê bên bi cihanîn.