13 konên kampa Holê şewitîn

Endamê Asayîşê destêwedana bûyerê kirin û agir vemirandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Agir li kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê vêket û 13 konên kampê şewitîn.

Li gor agahiyan, duhî agir bi hejmarek konên kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê ket û di encam de 13 konên koçberan şewitîn û tenê ziyanên madî çêbûn.

Hat zanîn, sedema vêketina agir, ji ber paporekê di nava konê de bû. Konên şewitî ne jî yên malbatên DAIŞê ne.

Hêzên Ewlekariya Hindirîn (Asayîş) destêwedana bûyerê kirin û agir vemirandin.

Kampa Holê dikeve rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê û nêzîkî 56 hezar kesan vedhewîne, ji wê hejmarê nêzîkî 8 hezar û 500 ji jin û zarokên çekdarên DAIŞê ne.

Kampa Holê li bajarê Heseke ye û yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye. Niha li gorî rayedarên Neteweyên Yekgirtî 62 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.