Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî bo 28 saliya damezrandina Bingeha Lalişê

Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de pîrozbahiya 28 saliya damezrandina Bingeha Lalişê li xwişk û birayên Êzdî û serok û endamên Desteya Bilinda Bingeha Lalişê kir.
Serok Mesûd Barzanî
Serok Mesûd Barzanî

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de pîrozbahiya 28 saliya damezrandina Bingeha Lalişê li xwişk û birayên Êzdî û serok û endamên Desteya Bilinda Bingeha Lalişê kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Birêz Serok û Endamên Desteya Bilind a Bingeha Lalişê

Bi helkefta bîst û heşt saliya damezrandina Bingeha Lalişê pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û endam û kadirên Bingeha Laliş û hemû xwişk û birayên Êzdî dikim.

Bingeha Laliş di salên derbasbûyî de ligel hemî kosp û astengiyan, bi hewla kadir û rewşenbîrên civaka Êzdî, berdewam pêşketiye û xizmeteke berbiçav pêşkêşî kultura gelê Kurdistanê û parastina nerîtên civaka Êzdiyan kiriye.

Piştevaniyê li bizav û keda bingehê dikim û hêviya berdewamiyê û pêşketinê ji bo we û hêviya aramî û xweşiyê ji bo hemû xwişk û birayên Êzdiyan re dixwazim û her serkeftî bin.

Bimînin di xêr û xweşiyan de

Mesûd Barzanî

11ê Gulana 2021ê