Herêma Kurdistanê: Roja pêncşemê cejna Remezanê ye
Hewlêr (K24) – Lijneya Bilind a Çavdêriya Heyvê ya Herêma Kurdistanê ragihand; ji ber ku heyv nehate dîtin, sibe roja çarşemê temamkerê meha Remezana pîroz e û roja pêncşemê jî cejna Remezanê ye.
Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yên Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq di civîneke çapemeniyê de ragihand ku sibe roja çarşemê temamkerê meha Remezanê ye.
Piştîwan Sadiq eşkere kir: “Heyv li esmanê Herêma Kurdistanê nehat dîtin. Sibe em hemû dê bi rojî bibin û ne cejn e. Roja pêncşemê yekem roja cejna Remezana pîroz e.”