Wezareta Pêşmerge: Liv û tevgera teroristan zêde bûne

Wezareta Pêşmerge derbarî êrîşa şeva borî ya li qezaya Kifrî de daxuyaniyek belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge derbarê êrîşa şeva borî ya çekdarên DAIŞê li Kifrî de daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Me çendîn caran hişyarî  ji hebûna valahiyê ewlehiyê ya di navbera sengerên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê de daye, teroristên DAIŞê karîne xwe rêk bixin û niha bi awayekê grûp û mefrezeyên curbicur derketine.”

Di deqa Wezareta Pêşmerge de hat: “Me çendîn caran hişyarî  ji hebûna valahiyê ewlehiyê ya di navbera sengerên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê de daye, teroristên DAIŞê karîne xwe rêk bixin û niha bi awayekê grûp û mefrezeyên curbicur derketine.”

Di daxuyaniyê de hat, “Şeva borî 11ê Nîsanê teroristan êrîşî sengereke Lîwaya 116 a Hêza Pêşmerge li qezaya Kifrî kir û di encama wê êrîşa tirsnak de Pêşmegeyek bi navê Mihsin Husên Gereweyî şehîd bû. Êrîş ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat şikandin û terorîst reviyan.”

Wezareta Pêşmerge dibêje: “Em dubare dikin ku terorîstan liv û tevgera xwe zêde kirine û niha jî awayê şer û êrîşkirinê guhertine û bi berdewamî metirsiyê dirust dikin.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat: “Em li vir tekez dikin ku ji bo rêgirtina li van bûyeran û bi temamî jinavbirina terorîstan, pêdiviya me bi rêkeftineke giştgîr û berfireh ligel artêşa Iraqê heye.”

Wezareta Pêşmerge diyar dike, “Bêguman hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li hember evan kiryarên han bê deng nabe û dê di dema xwe de bi tundî bersiva wan bide û em ji xelkên Kurdistanê re jî piştrast dikin ku asayişa Herêma kurdistanê wek herdem parastî ye û Pêşmerge ji hemû aliyan re cihê pêbaweriyê ye.”

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand, “Em sersaxiyê ji malbata şehîdê sengerê Parastina Neteweyî Mihsin Husên Gereweyî re dixwazin û Xwedayê dilovan sebrê bide har aliyekî.”