Pêşmerge Muhsîn beriya şehîd bibe tehteke nimêjê çêkiribû

Pêşmerge Muhsîn Husên ku şeva din li sînorê Kifrî şehîd bû, bi rojî bû û saetek beriya şehîdbûnê, ji bo xwe û hevalên xwe, ji bo ku li ser wê nimêj bikin, tehteke nimêjê çêkiribû.

 

Kifrî (K24) – Pêşmerge Muhsîn Husên ku şeva din li sînorê Kifrî şehîd bû, bi rojî bû û saetek beriya şehîdbûnê, ji bo xwe û hevalên xwe, ji bo ku li ser wê nimêj bikin, tehteke nimêjê çêkiribû.

Fermandarê Mîhwera Qeretepe – Hemrîn yê Hêzên Pêşmerge Celal Cemîl ji K24ê re behsa şehîdbûna Pêşmerge Muhsîn kir û got: “Çekdarên DAIŞ bi navê Îslamê êrîş dikin ser hêzên Pêşmerge, di demekê de ku Pêşmerge bi rojî ne. Muhsîn Husên, pêşmergeyê ku şeva din şehîd bû, bi rojî bû û tehta nimêjê çêkiribû. Ew dema ku xelk bi xêr û zekatê ve mijûl in û nêzîkî saetên dawî yên Remezanê dibin, çekdarên DAIŞê tên Pêşmerge şehîd dikin.”

Pêşmerge Muhsîn Husên xelkê gundê Gerewanî yê ser bi navçeya Riwandiz e û bavê çar zarokan bû, ji ber êrîşa çekdarên DAIŞê, şeva din li sînorê Kifrî şehîd bû.

Fermandarê Mîhwera Qeretepe – Hemrîn behsa êrîşa şeva din a DAIŞê kir û got: “Çekdarên DAIŞê ji du aliyan ve bi du mefrezeyan êrîş kirin ser sengerên Pêşmerge, hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan, Muhsîn Husên ku bi BKC berevaniyê dikir, gulleyek li serê wî ketiye, mixabin beriya gihandina bo nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da.”