Peyama Serok Barzanî bi boneya hatina cejna Remezanê
Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina cejna Remezana pîroz peyama pîrozbahiyê arasteyî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û hêvî xwest ku ev cejn bibe sedema bidawîbûna nexweşî û kavilkarî û vegera aramiyê ji bo hemû mirovahiyê.
Peyama Serok Barzanî bi boneya cejna Remezana pîroz;
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna Remezana pîroz, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî misilmanên cîhanê bi giştî û Kurdistan û Iraq bi taybetî dikim.
Pîrozbahiyeke germ li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû çînên Kurdistanê dikim.
Ji Xwedayê mezin hêvîdar im rojî û îbadeta meha pîroza Remezanê, li hemû misilmanan qebûl bike û ev cejin bibê cihê dawî hatina nexweşî û kavilkarî û vegera aramiyê ji bo hemû mirovahiyê.
Hêviya xêr û xweşî û tendirustiyê ji bo hemû aliyek dixwazim.
Mesûd Barzanî
30ê Remezana 1442yê Koçî
12ê Gulana 2021ê Zayînî