Serokwezîr Mesrûr Barzanî mizgîniya çareserkirina kêşeyên zeviyên Heştê Hesarokê dide

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 12ê Gulana 2021ê serdana zeviyên Heştê Hesarokê yên li bajarê Hewlêrê kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 12ê Gulana 2021ê serdana zeviyên Heştê Hesarokê yên li bajarê Hewlêrê kir.

Piştî ku Wezîrê Şarevanî û Geştûguzariyê û Parêzgarê Hewlêrê zanyariyên pêwîst li ser kêşe û giriftên wan zeviyan pêşkêşî Serokwezîr kirin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di axaftineke xwe de mizgînî da xwediyên zeviyên Heştê Hesarokê, ku di demeke nêzîk de kêşeyên wan dê werin çareserkirin û destûra avakirina avahiyan were dayîn û proseya gihandina xizmetan ji bo wan zeviyan li gor planeke guncaw dest pê bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha diyar kir ku saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê raspartiye ku li cihên din jî heman kêşeyan çareser bikin û xizmetguzarî bigihînin, da ku di demeke nêz de avakirin li wan deran dest pê bike.