Peyama pîrozbahiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya cejna Remezanê
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna Remezanê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî hemû Misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê kir û ji welatiyan daxwaz kir ku metirsiyên Koronayê bi cidî werbigrin û pabendî rêkarên xweparêzî û rênimayên tendirustiyê bibin.
Peyama pîrozbahiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye;
Bi minasebeta hatina cejna Remezana pîroz, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî tevahiya mislimanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim, bi taybetî pîrozbayî li pêşmergeyên qehreman û hêzên asayîşa navxwe û malbetên serfiraz yên şehîdan dikim.
Hêvî dikim Xwedayê dilovan, niza û rojiyên tevahiya aliyan qebûl bike û ev cejn bibe sedema xêr û xweşî û dawî hatina nexweşiyan û nehametiyan û herwiha bibe handerek bo aştî û aramî di navbera tevahiya pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê de.
Ev minasebeta han bi derfet dizanim ku careke din daxwaz ji we bikim metirsiyên Korona bi cidî werbigirin û pabendî rêkarên xweparêziyê û şîretên tendirustiyê bibin.
Cejna we pîroz û Kurdistan jî hertim aram û awedan be.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî