Bêyî vegera Pêşmerge, valahiya ewlehiyê ya li deverên Kurdistanî tijî nabe

Şarezayê deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê, Nasir Mela Hekîm diyar dike; tenê bi danûstandina zanyariyan valahiya ewlehiyê ya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê tijî nabe.

Hewlêr (K24) – Şarezayê deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê, Nasir Mela Hekîm diyar dike; tenê bi danûstandina zanyariyan valahiya ewlehiyê ya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê tijî nabe. Berdevkê Encûmena Serkirdetiya Kerkûk – Germiyanê ya PDKê Ednan Kerkûkî jî dibêje: “Ji şeş jûrên operasyonê, du jûr hatine pêkanîn.” Li ser vegera Pêşmerge bo deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî, bersiva berpirsekî Hevpeymaniya Tirkmenî dide.

Her dema ku Hewlêr û Bexda, behsa tijîkirina valahiya ewlehiyê ya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê bikin, çend aliyên siyasî yên li Kerkûkê li dijî van hewldanan disekinin, niha ji şeş jûrên operasyonê, tenê du jûr hatine pêkanîn.

Berdevkê Encûmena Serkirdetiya Kerkûk – Germiyanê ya PDKê Ednan Kerkûkî ji K24ê re ragihand: “Ewên ku biryara vegera Pêşmerge didin bo deverên Kurdistanî, Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne, ew berpirsê Hevpeymaniya Tirkmenî ku li ser vegera Pêşmerge axiviye, di astê de nîne. Gotûbêj berdewam in û gihiştine hinek encaman, her kesek li dereveyî Hikûmeta Herêmê û Wezareta Berevanî ya Iraqê daxuyanî bide, gotinên wî ti nirxekî wî tune.”

Ew hemahengiya ku ji bo danûstandina zanyariyan di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de heye, nabe sedema têkbirina DAIŞê li deverên Kurdistanî, ji ber ku ew hêzên ewlehiyê yên li deverê ne, bêgane ne û hêza wan a parastina sînoran tune, yekane rê jî ji bo tijîkirina wê valahiya ewlehiyê vegera Pêşmerge û hevbeşiya birêvebirina deverên Kurdistanî ye.

Li ser vê mijarê, şarezayê deverên Kurdistanî Nasir Mela Hekîm dibêje: “Danûstandina zanyariyan bi tenê nikarin valahiya ewlehiyê tijî bikin, bi baweriya min hemahengî di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de tune, her çiqas Hikûmeta Herêmê gelek hewl daye ji bo pêkanîna hemahegiya ligel hikûmeta Iraqê ji bo tijîkirina valahiya ewlehiyê li deverên Kurdistanî, lê heta niha ew ber bi daxwaza Hikûmeta Herêmê nehatine, da ku Pêşmerge venegere wan deveran, artêşa Iraqê jî nikare wê valahiya ewlehiyê tijî bike.”

Piştî bûyerên 16ê Cotmehê, valahiya ewlehiyê li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê çêbûye. DAIŞ vê valahiyê ji bo xwe bi kar tîne û bi şevan êrîşî hêzên Iraqê dike. Ligel behskirina tijîkirina valahiya ewlehiyê, berpirsekî Hevpeymaniya Tirkmenî gotiye: “Vegera Pêşmerge dê rewşê aloztir bike.” Şarezayên ewlehiyê jî di wê baweriyê de ne ku bêyî Pêşmerge valahiya ewlehiyê tijî nabe û rewşa deverê jî aram nabe.