Du serkirdeyên DAIŞê li Neynewayê hatin girtin

Yekî ji wan beşdarî di revandina jin û keçên Êzidî de kiribû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê ragihand, du serkirdeyên DAIŞê li rojavayê Neynewayê hatin desteserkirin.

Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê ragihand, du serkirdeyên DAIŞê li navçeya Cilbarat a li rojavayê Neynewayê ji aliyê hêzeke hevbeş a Hewalgiriya Leşkerî û Lîwaya 71 a artêşa Iraqê ve hatin desteserkirin.

Diyar kir jî, ev her du serkirdeyên DAIŞê, li gor zanyariyên hewlgîriyê û çavdêrîkirina kamîreyan, li rojavayê parêzgeha Neynewayê li ser sînorê di navbera Îraq û Sûriyêde hatine girtin.

Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ragihand jî, yek ji kesên hatine girtin, li qezaya Beac berpirsê bombebarkirinê bû, ewê din jî beşdarî di revandina jin û keçên Êzidî de kiribû.