Odeya Bijîşkan a Diyarbekirê rapora xwe ya li ser Covid-19ê belav kir

Rapora mehên Adar û Nîsanê ya li ser Covid-19ê hat ragihandin.
Odeya Bijîşkan a Diyarbekirê
Odeya Bijîşkan a Diyarbekirê

Diyabekir (K24) – Odeya Bijîşkan a Diyarbekirê rapora xwe ya mehên Adar û Nîsanê ya li ser Covid-19ê belav kir û ragihand: “Derzî di têkoşîna li dijî pandemiya COVIDê de yek ji amrazên herî girîng e. Ji ber ku di warê derzîkirinê de kampanya nehatine birêvebirin, bi giştî rêjeya derzîkirinê kêm e, lê li herêma me kêmtir e. Ji ber ku armancên kampanyayan hayedarkirin û pêwendî ye, heke bi zimanê zikmakî meriv xwe bigihanda insanan, mimkun bû ku ev rewşa neyînî berevajî bibe. Li herêma me ji bo kesên bi ser 65î re ku bi tirkî nizanin, stendina randewûyê bi rêya aplîkasyonên teknolojîk zehmet e.”

Di raporê de hat eşkerekirin: “Di Gulana 2021an de li seranserê cîhanê hejmara nexweşên ji ber Covid-19ê ji 160 milyonan, hejmara miriyan ji 3,3 milyonan derbas kiriye. Li Tirkiyeyê, li gorî daneyên wezaretê hejmara tevahiya nexweşan ji 5 milyonan, a tevahiya miriyan ji 44 hezaran derbas kiriye. Em dizanin ku ji destpêka prosesê ve rêvebiriyeke şefaf tune ye, daneyên epîdemiyolojîk ên derbarê şewbê de bi rêbazên weke cihêkirina nexweş û waqayan bo rêvebirina têgihîna insanan tên berevajîkirin û heya demeke nêzîk daneyên rast nedihatin ragihandin. Ji destpêka pandemiyê heya îro, weke Odeya Bijîşkan a Amedê em derbarê pandemiyê de raporan amade dikin û van raporên xwe, ligel daneyên ji qadên xebata xwe, bi awayekî periyodîk berdewam diweşînin.”

Hat diyarkirin: “Jixwe tevdîr kêm bûn, piştî ku di 1ê Adara 2021an de bi piranî hatin rakirin, hejmara nexweşan ku li bajarê me rojane derdora 40î bû, di çend hefteyan de 10 qat zêde bû û gihîşt 400î. Ligel vê hejmara nexweşên COVID-19ê ku li nexweşxaneyên gelemper û yên taybet têne tedawîkirin, di heman prosesê de 20 qat zêde bû. Hejmara nexweş û miriyan gihaye radeyeke xedar, lê li ser heman şaşiyê israr kirin û bi gotina xwe tevdîrên temam lê ya rast ev tevdîrên nîvco bûn ku bêyî destekên civakî û bêyî ku çîna kedkaran bihundirîne, hatin birêvebirin. Piştî biryara ‘normal-nebûna’ 2. a 1ê Adara 2021an bêyî beralîkirina kêmasiyên li saziyên gelemper û taybet (kedkarên perwerdeyê bi hejmareke kêm hatin derzîkirin, li dibistanan têra xwe malzemeyên paqijiyê tunebûn, pol li gorî normên zanistî têra xwe nehatin hewadarkirin, hejmara polan û kedkarên perwerdeyê nehatin zêdekirin) perwerdeya rû bir û dest pê kir û ev bû sedemeke girîng ku nexweşî bêhtir belav bibe. Tenê di van du mehên dawî de, di dawiya Nîsana 2021an de 48 kedkarên perwerdeyê ji ber COVID-19ê wefat kirin. Çawa ku COVID-19 bi hemû varyantên xwe patojenên keysperest û xedar e, bo komên erkdar û sermayeyê jî bûye keysa mêtîngeriyê û zordestiyê. Bi keysa COVID-19ê metîngerî zêdetir bûye, bi rêbazên weke KOD-29 û varyantên wê kedkar, bêyî tazmînat û bi îftîrayan ji kar hatine derxistin. Li gorî lêkolînên saziyên navneteweyî di serdema pandemiyê de yek ji welatên ku herî kêm desteka civakî dane, ev der e. Kedkar di navbeyna tercîhên birçîtî û nexweşiyê de bo tercîhê hatine mecbûrkirin, di her serdema pandemiyê de çîna karkeran bêyî parastineke bi têra xwe, bo xebatê mecbûr hatine hiştin û COVID-19 weke nexweşiyeke çîna karkeran berdewam belav bûye. Erka siyasî vê serdema ku li seranserî cîhanê bi awayeke herî xedar berdewam bûye, vê serdema ku tevgera civakî bisînor bûye ji bo pêngavên xwe yên polîtîk weke keys dîtiye, dîsa bi keysa COVID-19ê bi rêbazên ne hiqûqî bi yek alî ji Peymana Stenbolê veqetiyaye. Kongreyên li salonên girtî ku bi dehhezaran kesan civandin û merasîmên cenazeyan nehatin dîtin, lê bi keysa COVID-19ê bîranînên 1ê Gulanê yên li derve û bi hejmarên kêm ên rêxistinên pîşeyî hatin astengkirin, kedkar bi darê zorê û bi îşkenceyê hatin binçavkirin.” 

Odeya Bijîşkan a Diyarbekirê di rapora xwe de dibêje: “Hikûmetê ragihand ku ji 29ê Nîsana 2021an roja pêncşemê saet 19.00an heya 17ê Gulana 2021an roja duşemê saet 05.00an serdema ‘tevdîrên temam’ hatiye îlankirin. Lê em nikarin behsa tevdîrên temam bikin. Bi 10 milyonan insan dixebitin, hema hema ji sedî 61ê îstîhdamê di qadên wiha de dixebitin ku ji van tevdîran muaf in. Mêtîngeriya li ser çîna karkeran bi pandemiyê zêdetir bûye. Di sala 2020an de 177 hezar karker bi hinceta KOD-29ê ji kar têne derxistin û her roj hema hem abi qasî 500 karkeran bi KOD-29ê ji kar têne derxistin û mehkûmî xebata bêtemînat an jî birçîbûnê têne kirin. Weke tê zanîn KOD-29 hate sererastkirin û kodên nû lê zêde kiribûn. Yek ji van jî KOD-46 e û tê wê maneya ku karker ‘dizîtî’ kiriye yan jî ‘razên pîşeyî yên kardêr gihandiye yekî din’. Bi vê yekê karker ji kar tên derxistin. Weke ku ev tehde ne bes be, paşê jî bi vê lekeyê nikarin kar bibînin.”                                                                                                                                                         

Di raporê de hatiye destnîşankirin: “Dihat payîn ku bi giştînameyê, karmendên gelemperiyê yên berasteng di dema tevdîran de destûrdayî bên hesibandin (li gorî diyarkirina wezareta tenduristiyê nexweşên kronîk, karkerên berasteng, dayîkên ku zarokên wan ji 10 salî biçûktir in, jinên ku bi qasî 24-32 hefteyan biheml in, insanên bi ser 60î re). Lê paşê gelek wezaretan xwe ji vê giştînameyê muaf girtine. Di sektora taybet de jî qet nehatiye pêkanîn. Em dibînin ku ji bo karkerên li ser kar jî tevdîrên pandemiyê nehatine girtin. Serwîsên karkeran tije ne. Li xwarinxaneyan û li ciyên kar, bêyî ku mesafeya fizîkî hebe, karker bi zorê têne şixulandin. Ji bo têkoşîneke kartêker li dijî pandemiyê, lazim e desteka civakî hebe û ji xeynî pêdiviyên esas di her warî de hilberîn bê rawestandin. Tevdîrên temam ên rastîn ev in. Em cardin bang dikin ku gavên qanûnî û pratîk bên avêtin da ku hemû gel karibin bi zimanê xwe bi awayeke wekhev, biqelîte, bêpere, bêasteng xizmeteke tenduristiyê bistînin. Çimkî pirsgirêkên ji ber nebûna xizmeta tundiristiyê ya bi zimanê zikmakî, di prosesa pandemiyê de girantir bûne. Di prosesa pandemiyê de pergala tenduristiyê serobin bûye, ji ber vê jî kesên ku bi zimanê vê xizmetê nizanibûne di warê xwegihandina tenduristiyê de bi pirsgirêkên cidî re rû bir û mane. Derzî di têkoşîna li dijî pandemiya COVIDê de yek ji amrazên herî girîng e. Ji ber ku di warê derzîkirinê de kampanya nehatine birêvebirin, bi giştî rêjeya derzîkirinê kêm e, lê li herêma me kêmtir e. Ji ber ku armancên kampanyayan hayedarkirin û pêwendî ye, heke bi zimanê zikmakî meriv xwe bigihanda insanan, mimkun bû ku ev rewşa neyînî berevajî bibe. Li herêma me ji bo kesên bi ser 65î re ku bi tirkî nizanin, stendina randewûyê bi rêya aplîkasyonên teknolojîk zehmet e. Tew bi ser de mecbûr in bi zimanekî ku pê nizanin vê yekê bikin. Loma karê wan zehmettir dibe. Hatiye raçavkirin ku di serwîsên COVIDê de nexweş tena serê xwe dimînin. Ji van nexweşan ên ku nikarin bi xebatkarên tenduristiyê re bi heman zimanî xeber bidin nikarin daxwaz û pêdiviyên xwe jî bînin ziman û ev dike ku xwe tenê hîs bikin û tirsa mirinê li wan peyde bibe. Xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî ne tercîhek e, mecbûr gere pêk were. Çimkî kesên bi zimanê xwe nizanibin, nikarin derdên xwe jî vebêjin.”        

Herwiha hat diyarkirin: “Berdewama tedawiya neşxweşên ji xeynî COVIDê û astengiyên li ber xwegihandina xizmeta tenduristiyê, di vê serdemê de jî berdewam in. Nemaze nexweşên kronîk ên ku divê tim bêne şopandin… Tedawiyên wan bi awayekî bi rêkûpêk nameşin. Ji ber sedemên weke tirsa ji vayrûsê û nêzîkayiyên ciyawaz pirsgirêkên tenduristiyê yên nexweşên extiyar zêde dibin. Pirsgirêkên ji ber pergala randewûyê sedema herî mezin a vê  yekê ye. Nexweşên ku ji aliye kardiyak ve nayên şopandin ji nişkê ve wefat dikin. Rêjeya sehîkirina pençeşêrê ji sedî 90 kêm bûye. Di astên ewil de dibe ku ev nexweşî bê teşhîskirin û bên tedawîkirin. Lê piştî ku nexweşî li wan pîr dibe, bi gelek şaneyan, bi derengî serî li nexwseşxaneyan didin. Ji bo dabînkirina derziyê direng mane. Berpirsiyariya gelemperiyê ye ku civak were agahdarkirin û bawerî bi derziyê bîne, lê ev pêk nehatiye. Him ji aliye hejmaran ve, him jî ji aliye rêjeyê ve di warê derzîkirinê de rewş xirab e. Li bajarê me, nîvê kesên ku navên wan di lîsteya kesên divê bên derzîkirin de jî nehatine derzîkirin. Digel pêşniyar û hişyariyên me civak bi awayeke rast nehatiye agahdarkirin û nemaze bi zimanê zikmakî xebatên danasîna derziyê, ku bi ya me gelek girîng e, nehatine kirin. Li bajarê me û li seranserê welat, nemaze ev 4-5 hefte ne ku ji bo hin welatiyan derziya Sinovac hatiye nişandan di sîstemê de lê ev kes li ASMyan, bi telefonê yan li ser sîstema MHRSyê nikarin bo doza ewil randewûya derziyê bistînin. Stokên derziyan kêm bûne, bin edana randewûyê dixwazin ev stok bên parastin. Divê bikin ku gel li dijî nexweşiyê rahatî bibe, bes ev nayê kirin û ji birêvebirina pandemiyê bêhtir ya ku tê kirin rêvebirina stokan e.” 

Di raporê de tê gotin: “Berî pandemiyê perwerdeya tibê wisa bû ku xwendekar ancax bi hewldanên xwe yên şexsî karibûn agahiyên hewce bi dest werînin; perwerdeya tibê tenê li ser bingeheke biyolojîk û şexsî bû. Ev perwerde di prosesa pandemiyê de kete rewşeke xirabtir. Meriv nikare behsa perwerdeyeke tibê ya tendurist bike. Çend sedemên ku rewşê anîn vê merhaleyê ev in:                                                                                                    

-Îradeya xwendekarên fakulteyên tibê ku subjeyên prosesa perwerdeya tibê ne, hat binpêkirin û xwendekar ji prosesên biryardanê, plansaziyê û pratîkê hatin vederkirin.  

-Binesaziya perwerdeya online têr nake û newekheviyên di vî warî de hatin paşguhkirin.

-Êdî gelek ders bi awayeke online nayê dan û berê xwendekaran dane çavkaniyên kevn û ne online.

-Ji ber ku nayê zanîn bê ka dê proses çawa bi pêş ve biçe, xwendekar ji aliyê aborî ve xisarê dibînin.

Her çiqas di du mehên dawîn de hin zanîngeh derbasî sîstema hîbrît bûbin û hin zanîngehan perwerdeya online domandibin jî, ji ber ku xwendekar bi têra xwe nayên perwerdekirin û di carekê de biryara rawestandina giştî hat dayîn gumanbariya di warê perwerdeyeke tibê ya pêşketî de zêdetir dike. Di vê serdema ne zelal û bê îstîkrar de, ji ber ku fikr û ramanên wan nayên stendin, bernamzetên diktoriyê xembar in û têra xwe ji xwe bawer nakin.”

Pêşniyarên Odeya Bijîşkan a Diyarbekirê ev in:

1. Divê civak bi rêvebirina pandemiyê bê bawerkirin. Divê nêrîna neyînî ya li dermanê bi madeya Hidroksiklorokinê ku ji zanistê dûr e û dibe sebebê pêneewlehiyê bê terkkirin.  

2. Divê ji bo kesên ku li deverên jîna civakî dixebitin û hepsiyan mercên paqijiyê, mesafeye, hewadarkirinê bi wayeke zanistî bêne dabînkirin, ligel vê divê temamên wan bêne sehîkirin û demildest bêne derzîkirin.

3. Hejmara nexweşan hindik tê nişandan, kesên ku bi nexweşan temas kirine jî nayên testkirin. Divê dev ji vê rêbazê bê berdan, li gorî krîterên zanistî bi awayeke berfireh test û tevdîrên îzolasyonê bêne meşandin.

4. Divê derdorên civakî ku ji ber pandemiyê nikarin bixebitin demildest ji aliye civakî û madî ve bên destekkirin, divê rê li ber hilweşîna civakî û xwekuştinan bê girtin.

5. Encama xebatên welatên ku bi awayeke berfireh civakên xwe derzî kirine nîşan dide ku COVID-19 sedemeke mirinê ye lê wisa ye ku meriv kare pêşî lê bigire. Em bang li berpirsiyaran dikin ku di warê guherandin û taloqkirina tarîxên peydekirina derziyan de cidî bin. Divê demildest bi awayeke berfireh derzîkirin dest pê bike û mirin bên rawestandin. 

6. Tevdîrên ji bo ewlehiya kargehan divê bêne zêdekirin, divê kontrolkirina vê yekê jî bê zêdekirin.

7. Krîterên vegera li ser kar ên xebatkarên tenduristiyê ku bi COVID-19ê ketine, divê girêdayî giraniya nexweşiyê, sekelên wê û barê vîral li gorî klavûzên navneteweyî bêne diyarkirin.

8. Nexweşiya COVID-19ê ku xebatkarên tenduristiyê li ser kar pê dikevin û carna dibe sebebê mirinê jî, divê bêyî pêwendiya îlliyetê weke nexweşiyeke pîşeyî bê qebûlkirin.

9. Barê xebatkarên tenduristiyê zêde bûye, loma divê marûziyeta wan a vîral neyê paşguhkirin. Divê hejmara xebatkarên tenduristiyê bê zêdekirin, divê tayînên nû yên tomerî pêk bên.

10. Komîsyonên OHALê ku rewşa kesên bi KHKyan ji kar hatine derxistin, bi hinceta pandemiyê gelek kêm dosyeyan dinirxînin. Berî pandemiyê 4000 dosye hatibûn nirxandin, di serdema pandemiyê de bi qasî 3000 dosye hatine biencamkirin. Li bajarê me 137 kedkarên tenduristiyê bi KHKyan hatine îxrackirin. Ji bo barê kedkarên tenduristiyê ku bi pandemiyê girantir bûye, bê sivikkirin jî divê hemû kedkarên tenduristiyê yên îxrackirî li karên xwe bên vegerandin.

11. Xizmetên tenduristiyê yên di asta 1. de ku di prosesa pandemiyê de têr nekirin, divê ji nû ve bên sererastkirin û li ser esasên herêmî bêne birêxistinkirin.

12. Divê prosesa girêdayî derziyên COVID-19ê bê şefafkirin, bi terzeke wisa bê birêvebirin ku bawerî bide civakê. Divê demildest têra hemû derdorên hesas ên civakê derzî bê dabînkirin.

13. Pêdivî ye ku hemû kedkarên perwerdehiyê, nemaze mamosteyan, bêyî ku qada wan xebatê giştî be an ya taybetî be, zû bi zû werin vaksînkirin.

Di dawiya raporê de hatiye destnîşankirin: “Weke Odeya Bijîşkan a Amedê, em ê tim zanistê, xizmeta tenduristiyê ya parêzvaniya civakê biparêzin, em ê rewşa derzîkirinê ji nêz ve bişopînin û welatiyên xwe û hemû xebatkarên tenduristiyê hayedar bikin.”