Li Pirdê bi dehan donim dexl û danên cotkarên Kurd şewitîn
Hewlêr (K24) – Cotkarên Kurd ên li deverên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê çendîn sal in di demsala çinînê de keda wan a salê têne şewitandin.
Îro li gundê Şanişînê yê ser bi navçeya Pirdê, 23 donim dexl û danên cotkarekî Kurd şewitîn.
Li gundê Şanişînê tenê ew cotkarê Kurd maye û ew di wê baweriyê de ye ku jêderê agir maleke Erebên hawirde ye, ku li nêzîkî erdê wî niştecî ne.
Cotkarê Kurd ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Rewşa me ya ewlehiyê gelek xirab e. Valahiya ewlehiyê heye û ev dever li hember metirsiya kiryarên terorîstî ye.”