Telal Mihemed: Biryara bilindkirina buhayê sotemeniyê şaş e

Sekreterê Partiya Aştî ya Demokrat Telal Mihemed li ser bilindkirina buhayê sotemeniyê li Rojavayê Kurdistanê axivî.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Sekreterê Partiya Aştî ya Demokrat Telal Mihemed li ser bilindkirina buhayê sotemeniyê li Rojavayê Kurdistanê ragihand: “Biryarek e em hemû matmayî man, çawa ev biryar derket, ji bo çi ev biryar derket, çima zêdebûn hat ser van cûreyên pêdiviyên ku tişt li ser ava dibin.”

Telal Mihemed ji bajarê Qamişlo beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser giranbûna nirxê sotemeniyê û karvedanên wê li Rojavayê Kurdistanê, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Mihemed diyar kir: “Ji duh êvarê ve li ser rûpelên medyaya civakî û îro karên ku li kolanan li dar ket, encama vê biryara şaş bû. Biryarek e em hemû matmayî man, çawa ev biryar derket, ji bo çi ev biryar derket, çima zêdebûn hat ser van cûreyên pêdiviyên ku tişt li ser ava dibin.”

Sekreterê Partiya Aştî ya Demokrat Telal Mihemed destnîşan kir: “Em tev zanin mûsim tunebû, baran tunebû, xelkê erdê xwe ajot, xelkê milyonan xist bin erdê tiştek derneket. Rewşa wan ji aliyê aboriyê ve gelek zehmet e û pêdiviyên jiyanê jî rojane peyda nabin. Ne kareba, ne av, nan tune, bi buhayê xwe yê berê jî mazot kêm bû, benzîn kêm bû, niha çima ev biryar derket.”

Telal Mihemed dibêje: “Bi baweriya min, yê ku ev biryar derxist, ne di hundirê rastiyê de ye, rewşa milet nas nake, nizane ku dijminên vê Reveberiya Xweser pir in.”

Li ser pirsa "Gelo kê ev biryar derxist û ev biryar dê bandoreke çawa li ser pêwendiya xelkê û Rêveberiya Xweser bike?", Telal Mihemed diyar kir: “Biryar bi navê Hevserokatiya Meclisa Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, diviyabû ev biryar li gor hevpeymana civakî bi şêwrê derkeve, rewşa gel li ber çavan derbas bikin, ev weke pêşniyar biçe Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî wê Meclisa Cîbicîkar pêk bîne, lê me dît ev biryar bi navê Hevserokatiya Meclisa Cîbicîkar derket, ev berevajî mekanîzmaya karê civakî ya Rêveberiya Xweser e.”

Rêveberiya Xweser duhî bi biryarekê nirxê sotemeniyê bi bilind kir, vê yekê jî karvedanên nerazîbûnê yên xelkê li dû xwe anî û îro hejmarek ji welatiyan derketin xwe pêşan dan û nerazîbûna xwe li dijî wê biryarê nîşan dan.

Hejmarek mezin ji welatiyên Qamişlo li dijî biryara bilindkirina nirxê sotemeniyê derketin xwepêşandanekê û berê xwe dan pêş Şaredariya Qamişlo û daxwazê ji aliyên pêwendîdar kirin ku vê biryarê hilweşînin.