Hejmara kuştiyên Filistînê gihişte 219 kesan ku ji wan 63 kes zarok in

Wezareta Tendirustiyê ya li Xezzeyê ragihand; heta îro 219 welatiyan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 63 kes zarok, 36 kez jin û 16 kes jî bi temen in.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya li Xezzeyê ragihand; heta îro 219 welatiyan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 63 kes zarok, 36 kez jin û 16 kes jî bi temen in.

Wezaretê ragihandiye ku heta îro 1530 welatî di encama bombebaranên Îsraîlê de birîndar bûne.

Ajansa UNRWA ya ser bi Neteweyên Yekbûyî eşkere kir; Îsraîl rê nade ku ti alîkarî bigihîje Xezzeyê.

10 roj in di navbera grûp û rêxistinên Filistînî û Îsraîlê de şer heye û rojane her du alî hev bombebaran dikin.

Heta niha hemû hewldanên ji bo rawestandina şer têk çûne. Encûmena Asayîşa Navdelwetî ya Neteweyên Yerkbûyî di sê civînên awarte de xwestibû daxuyaniyek ji bo sekinandina şer gengeşe bike, lê Amerîka rêgirî li pesendkirin û derxistina daxuyaniyê kir.