Davutoglu banga “Operasyona Destên Paqij” kir

Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê û Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, mînaka Îtalyayê da û banga “Operasyona Destên Paqij” kir.
Serokwezîrê berê û Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu
Serokwezîrê berê û Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu

Enqere (K24) - Li Tirkiyê nîqaşa li ser daxuyanî û îdiayên serkêşê rêxistina sûcî Sedat Peker didomin. Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê û Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, mînaka Îtalyayê da û  banga “Operasyona Destên Paqij” kir û got, “Di serî da Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu divê berpirsyar îstîfa bikin.”

Serokwezîrê berê û Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu got: “Me bi hev ra dît ku di navbera wezîrê navxeyî û serkêşekî rêxistina sûc da îdia, parastin û bêbextî çêdibin. Wezîrê Navxweyî, destûr daye Peker ku di mitîngan da şov bike, di ser da polîsan bo parastina wî texsîs kiriye, pişt ra dema bihev dikevin jî radibe mixalefetê sûcdar dike.”

Ahmet Davutoglu dibêje: “Jixwe ev helwest jî li memûrê vê sîstema tarî tê. Hiqûq ketiye destê destên tarî, rêgez û prensîb nemane. Ji vê derê em bang dikin, ev rewş ancax bi operasyonekê destên qirêj dikare bê paqijkirin. Di serî da Wezîrê Navxweyî, divê berpirs îstîfa bikin. Ge rhikûmet nikare vê bike divê bi temamî îstîfa bike. Divê hilbijartin çêbibe û gel biryara xwe bide. Divê em ji bo exlaqê siyasî amade bin.”