Supaya Pasdaran: Em li dijî Îsraîlê piştevaniya Filistînê dikin

Fermandarê Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê Husên Selamî ragihand; welatê wî li dijî Îsraîlê piştevaniya Filistînê dike.
Supaya Pasdaran a Îranê
Supaya Pasdaran a Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê Husên Selamî ragihand; welatê wî li dijî Îsraîlê piştevaniya Filistînê dike.

Li paytexta Îranê bajarê Tehranê îro ji piştevaniya gelê Filistînê û şermezarkirina Îsraîlê kombûnek hat lidarxistin û Fermandarê Supaya Pasdaran Husên Selamî got: “Xelkê Filistînê destaneke nû tomar kir.”

Husên Selamî diyar kir: “Niha Filistînî bajarê Tel Avîvê mûşekbaran dikin û em jî piştevaniya wan dikin.”

Selamî got: “Îro Îsraîl li ber rêyeke girtî ye, ne dikare şer dirêj bike û ne jî dikare şer rawestîne.”

10 roj in di navbera grûp û rêxistinên Filistînî û Îsraîlê de şer heye û rojane her du alî hev bombebaran dikin. Heta niha hemû hewldanên ji bo rawestandina şer têk çûne.