Berdevkê HezKurdê: UNESCO diyar kir ku ew ê bêhtir hişyariyê bidin Tirkiyê

Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) serî li UNESCOyê dabû ku hewl were dayîn ji bo zimanê Kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) serî li UNESCOyê dabû ku hewl were dayîn ji bo ku zimanê Kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî. HEZKURDê da zanîn da zanîn UNESCOyê bersiva wan daye û UNESCO daxwazên HEZKURDê wek daxwazên rewa dibîne.

Hereketa Zimanê Kurdî HEZKURDê ji bo ku zimanê Kurdî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê  bi qanûnî were garantîkirin û bibe zimanê perwerdehiyê serî li Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî UNESCOyê dabu. UNESCOyê jî bi nameyekê bersiva HEZKURDê da û bi civîneke çapemeniyê jî HEZKURDê hurgiliyên nameye ji raya giştî re parve kir. Berdevkê HEZKURDê Barij Celalî da zanîn ku UNESCOyê girîngî daye rewşa zimanê Kurdî ya li Tirkiyeyê û amaje kiriye ku daxwazên Kurdan ên derbarê zimanê Kurdî de daxwaz û mafê rewa ye.

Berdevkê HEZKURDÊ Barij Celalî ji K24ê re diyar kir: “Xala herî girîng ew e ku UNESCO dibêjê di daxwaza mafê perwerdeya zimanê Kurdî de hûn mafdar in. Ji ber ku cara yekem e ku ji bo zimanê Kurdî serî li saziyek navneteweyî hatiye dayîn ev yek dîrokî ye û girîng e. Dîsa UNESCO dibêje we bala me kêşa ye ser pirsa Kurdî û emê bêhtir hişyariyê bidin Tirkiyeyê.”

Ji ber ku UNESCO di bersiva xwe de balê dikêşe ku haya UNESCOyê ji pirsgirêkên zimanê Kurdî yên li Tirkiyeyê ru didin nebû, rêveberên HEZKURDê dibêjin divê pirsa zimanê Kurdî bibe rojev.

Berpirsê Kar û Barên Dîplomatîk yê HEZKURDê Fethullah Elçî dibêje divê Kurd li her deverek ku lê dijîn pirsa zimanê Kurdî bînin rojevê û wisa bikin ku qada navneteweyî bo zimanê Kurdî guvaşan li Tirkiyeyê bikin.

Fethullah Elçî diyar kir: “Ya lazim ew e ku em vê bigihînin hemû Kurdan. Divê em vê hişmendiyê li gel hemû Kurdan çêkin. Em bidin nîşan ku gelek derfet hene em daxwaza mafên xwe bikin. Divê em pirsa Zimanê Kurdî têxin rojeva qada navneteweyî.”

HezKurd amadekariyan dike ku raportek ji aliyê hiquqî, siyasî û civakî ve amade bike ku di dîroka Tirkiyeyê de di warê zimanê Kurdî de Kurd rastî kîjan helwestên nijadperest hatine bide nîşan û vê raportê jî pêşkêşî UNESCOyê bike û her wiha dê balê bikêşe ku hîn jî di parlementoya Tirkiyeyê de zimanê Kurdî wek “zimanek ku nayê zanîn” tê pênasekirin.