UNICEF: Pêwîstiya 12 milyon Sûriyan bi ava vexwarinê heye

UNICEF: Êrîşên li hemberî dezgehên avê di dema şer û pevçûnan de tên kirin, jiyana bi mîlyonan zarokan dixin metirsiyê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina UNICEF hişyarî da û diyar kir, êrîşên li hemberî dezgehên avê di dema şer û pevçûnên li cîhanê de tên kirin, jiyana bi mîlyonan zarokan dixin metirsiyê.

Rêxistina UNICEF a zarokan a ser bi Neteweyên Yekgirtî ve di raportekê de ragihand, êrîşên li hemberî dezgehên avê di dema şer û pevçûnên li cîhanê de tên kirin, jiyana bi mîlyonan zarokan dixe metirsiyê.

Diyar kir jî, pêwîstiya nêzîkî 48 milyon kesan li li Rojhilata Navîn, Efrîqya, Asya û Ewropayê bi ava vexwarinê û jêrxaneya avê heye.

Li gor raportê, li Sûriyê di 10 salên dawiyê de û ji ber ziyana ku gihîştiye jêrxaneyê, pêwîstiya 12 milyon û 200 hezar kesan bi avê heye.

Rêveberê Bernameyên Awarte yên UNICEF'ê Manuel Fontaine diyar kir, av sedema jiyan û mana mirovan e, nabe ti carî weke rêbazeke şer were bikaranîn.